Dayikên Aştiyê: Teqez dengê xwe bidin
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li gelan bi taybetî jî gelê Kurd kirin ku ji bo zilman li ser Kurdan bi dawî bibe, mirov êdî neyên kuştin; ji bo aştî û edaletê di 28'ê Gulanê de dengê xwe bidin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li gelan bi taybetî jî gelê Kurd kirin ku ji bo zilman li ser Kurdan bi dawî bibe, mirov êdî neyên kuştin; ji bo aştî û edaletê di 28'ê Gulanê de dengê xwe bidin.
Hilbijêrên li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat, ji bo tûra duyemîn a Serokkomariyê diçin dengdanê. Ji bo vê hilbijartinê ku wê paşeroja gelên Tirkiyeyê diyar bike, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang kir ku her kes dengê xwe bide.
'DENGÊ XWE JI BO AŞTÎ Û EDALETÊ BIDIN'
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekeriya Kaya bi navê Daykên Aştiyê bang li her kesî kir ku di 28'ê Gulanê de dengê xwe bidin. Zekeriya Kaya got, "Ji bo aştî û edaletê biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin" û wiha dewam kir, "Li ku dera cîhanê dibin bila bibin, ji bo aştî, biratî, ji bo dayik rondikan nebarîne dengê xwe bi kar bînin û xwedî lê derkevin. Ji bo azadiya vê xakê, ji bo mirov hîn bêhtir neyên kuştin, ev hilbijartin gelekî girîng e. Em; Dayikên Aştiyê ji her kesî re vê dibêjin; bila her kes dengê xwe bide ser wijdanê xwe û bi vî rengî dengê xwe bide. Em şer naxwazin, edaletê, aştî, azadî, biratî û 'Jin, Jiyan, Azadî' dixwazin. Bi taybetî bang li mirovên me yên li Ewropayê dikim; ji bo aştiyê bila teqez biçin ser sindoqan. Ji bo aştiyê divê her kes dest bide hev. Êşa dayikan hemûyan weke hev e. Lewma em dayikan ji hev cuda nakin. Ji bo aştî bê welêt, bila destê xwe bidin ser wijdanê xwe û dengê xwe bi kar bînin."
'EM Ê VÊ CARÊ BI SER BIXÎNIN'
Dayika Aştiyê Asya Ozlu jî bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin, dengê xwe bidin û got, "Bila her kes biçe ser sindoqan. Em ji her kesî dixwazin ku destê xwe bidin ser wijdanê xwe û dengê xwe bi vî rengî bi kar bînin. Înşaleh em ê vê carê bi ser bixînin. Em dixwazin aştî bê welêt û tevahiya cîhanê. Bila êdî xwîn nerije, kes neyê kuştin. Lewma em dixwazin her kes teqez biçin ser sindoqan, dengê xwe bi kar bînin û xwedî li dengê xwe derkevin. Ev hilbijartin gelekî girîng e, ji ber vê jî bila her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe û dengê xwe bide."
'VÊ ZILM Û FERMANÊ ÊDÎ QEBÛL NEKIN'
Dayika Aştiyê Besna Aydoga jî got, "Bi navê Dayikên Aştiyê yên li Wanê dixwazim vê yekê bibêjim; dayik hemû, jin hemû bila rabin ser piyan, ji bo vê hilbijartinê jin û dayikên cuda qanih bikin, ji bo kes êdî neyê kuştin, dengê xwe bidin. Ji bo careke din dilê kesî neşewite, ji bo aştî bê vî welatî, ji bo edaletê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Bi taybetî zilm û fermanek li ser gelê Kurd heye. Bila Kurd hemû, dayikên Kurdan vê baş zanibin. Vê zilm û fermanê qebûl nekin, tevlî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin. Bila kes nebêje ku ez ê dengê xwe nedim. Înşaleh em ê vê carê bi ser bixînin. Bi taybetî xelkê me yê li Ewropayê gelekî rehet e. Mîna me di bin zilmê de nîne. Ji ber vê jî bila teqez biçe ser sindoqê."